|
Em bi Partîya Rêkeftinê re di piştgirîyêdane! Nivîskar:Rêveberîya Koordînasyona PWD Endamê rêveberîya koordînasyona partîya Rêkeftinê Talal Muhammed el Muhammed roja 24.08.2008 ê seat li derdora 12.00 ê nîvê şevê de li garaja bolman li bajarê Qamişlo yê ji aliyê hêzên girêdayî Emîn el Sîyasî yê bajarê Hesekî ve hatiyê binçav kirin.Piştî girtinê ,Talal Muhammed birin beşa lêpirsîn a sîyasî ya taybet Elfeyaha ku li Şamê ye.Ji vê rojê şunda ji Talal Muhammed ti agahî nehatine girtin.Ji alîyê rayederan ve jî derheqî rewşa wî de ti daxûyanî nehatin danîn. Di derheqê ku jîyana Talal ku di tehlûkêdeye gomanên me yê cîddi hene.Îstêxbarata Sûrîyê li hember Kurdên ku kiribû binçav bi taybetî jî kurdên ku wek sûcdarên sîyasî dibîne bi pêkanîna kuştinên ku kujarê wan nedîyar ve xwe nedaya paş . Di rewşên bi vî rengî de di derheqê keseyatên Kurdên Sîyasî de pêwîstî nedîtîye daxûyanî bide û bêhejmar keseyatên kurd qetl kiriye. Em bêgomanin ku Talal ,ê ku sîyasetekî sîvîl û mêşrû dike ji alîyê îstîxbarata Sûrîyê ve hatîye girtin.Di derheqê rewşa wî da rayedar mecbûrûn ku ji mabata wî û ji raya giştî re daxûyanî bidin. Em binçavkirina Talal , a ne dîyar û ku raya giştî agahdar nekirin bi dijwarî şermezar dikin ,di vê mijarêde em li gel partîya Rêkeftinin û ji raya giştîre didin xuyakirin ku em pêre di piştgirîyê dane.
Rêveberîya Koordînasyona PWD
Dîrok:2008.09.02 21:17:44
|